Netanyahû: Wê Îsraîl tevî zext û biryarên navnetewî jî xwe biparêze

Netanyahû: Wê Îsraîl tevî zext û biryarên navnetewî jî xwe biparêze

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bertek ji biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden a neşandina çekan bo artêşa Îsraîlê re nîşan da.

Netanyahu cardin soza têkbirina Hamasê dubare kir û got, ger rêveberiya Biden çekan nede Îsraîlê jî ew bi biryar in bêyî piştgirîya Dewletên Yekbûyî Hemasê têk bibin.

Netanyahû diyar kir, "Tevî zextan jî, tevî biryarên navneteweyî jî Îsraîl wê xwe biparêze."

Hêjayî gotinê ye ev daxuyaniya Netanyahû piştî biryara Amerîka hat Serokê Amerîka Joe Biden hişyarî da Îsraîlê ku eger Îsraîl li Refahê operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî Hamasê bike, ew ê şandina çekan rawestîne.

Piştre jî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ji Komîteya Aborî ya Senatoyê re gotibû, ji ber endîşeyên li ser Refahê, Amerîkayê şandina çekan bo Îsraîlê rawestandiye.