Macron bi serokwezîr û serokerkanê Lubnanê re hevdîtinekî kir

Macron bi serokwezîr û serokerkanê Lubnanê re hevdîtinekî kir

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê bi rêvebirên Lubnanê bi serokwezîr Necip Mikati û serokerkanê Lubnanê bi general Joseph Khalil Aoun re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de her dû teref li ser bi dawîanîna şerê navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê û çareserkirina krîza siyasî ya Lubnanê bê çawa sivik bikin axifîn.

Ofîsa serokwezîrtiyê ya Lubnanê li ser mijarê daxwuyanî da û got ku bi Macron re, ji bo şerê derveyê sînor biqede, bêhtir destekê bidin artêşê û li ser vekişîna Hîzbûllahê bi 10 km yan ji sînor dûr, axifîne.

Di hevdîtinê de serokwezîr ji Macron re ji bo artêşa Lubnanê karibe wezîfa xwe bike, desteka ku Macron daye Lubnanê, jê re sipasiya xwe kiriye û her weha li ser pêdiviya serokkomarekî nû yê ji bo Lubnanê axifîne.