Li Xezzeyê agirbest | Di danûstandinan de pêşveçûnek berbiçav heye

Li Xezzeyê agirbest | Di danûstandinan de pêşveçûnek berbiçav heye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di hevdîtinên ku li Qahîreya paytexta Misirê hatin kirin de ji bo agirbesta li Şerîda Xezzeyê ya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye, li ser xalên nakok pêşketinên berbiçav hatin bidestxistin.

Nûçeya li ser mijarê di kanala televizyona El-Qahera News a Misrê de derket.

Di nûçeyê de ku li ser çavkaniyeke payebilind a Misirê ku navê wî nehate zanîn, hat ragihandin ku di danûstandinên agirbestê yên di navbera welatên navbeynkar û Hamasê de, "pêşketinên berbiçav" li ser xalên nakok pêk hatine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şandeyên Qeter, DYA û Hamasê beşdarî muzakereyên ku dewam dikin bûn, lê agahî nehat dayîn ku heyeta Îsraîlê di muzakereyan da ye.

Jêderê Misrî amaje bi hebûna "dorvegereke ku li ser hin xalên nakokbar lihevhatineke berbiçav heye."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Dîrektorê Dezgeha Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ku beşdarî danûstandinên pevguhertina girtiyan di navbera Tel Aviv û Hamasê de bû, civiya.