Li Myanmarê grûbên li dijî desthilata leşkeran li ber leşkeran kemîn danîn

Li Myanmarê grûbên li dijî desthilata leşkeran li ber leşkeran kemîn danîn

PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê grûbên serhildêr yên li hemberê desthilata derba leşkerî dertên, li ber yekîneyên artêşê kemîn danîn. Li gor vîdeoyên ketin ser çapemeniya dinyayê, di dîmenan de gelek TIR û kamyonên artêşê ketine ber guleyên çekên grûbên çekdar.

Hat ragihandin ku di dema grûb kemînê danîne, ew bi xwe dîmenan kişandine kamerayan û belav kirine.

Ji sala 2021an heya niha li Myanmarê leşker li ser îdara welatin û tevî soz dabûn ku wê derbasî demokrasiyê bibin jî dest ji desthilatê bernadin.