Li herêma Stavropol a Rûsyayê balafira bombebarkirî ya bi tîpa "Tu-22M3" ket xwarê

Li herêma Stavropol a Rûsyayê balafira bombebarkirî ya bi tîpa "Tu-22M3" ket xwarê

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bomberdûmana modela "Tu-22M3" ya artêşê li herêma Stavropolê ketiye xwarê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat gotin ku "Dema ku piştî ku li herêma Stavropolê wezîfeya şer bi dawî bû vedigeriya baregeha hewayî ya leşkerî, balafira bombebarkirî ya modela Tu-22M3 ya Hêzên Esmanî yên Rûsyayê ket xwarê."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 ekîbên ku ji 4 pîlotan pêk tê kursiya jejdkirinê bi kar anîne û 3 pîlot jî hatine rizgarkirin û lêgerîna yekî ji wan jî dewam dike.

Herwiha hat diyarkirin ku li cihê ku balafir lê ketiye ti xisar çênebûye û hat gotin: “Li gorî agahiyên destpêkê sedema qezayê xeletiyeke teknîkî ye."

Parêzgarê Stavropolê Vladimir Vladimirov jî diyar kir ku lêgerîna pîlotek berdewam dike.