Komîsyona destnîşankirina sînorê navbera Azerbeycan-Îranê li hev kir
PeyamaKurd - Komîsyona destnîşankirina sînorê navbera Azerbeycan-Ermenistanê civîna xwe ya 8em kir û biryarê da ku 4 gundên di destê Ermenistanê de ne bide Azerbeycanê û destnîşankirina sînorê xwe dewam bike.
Komîsyonên her dû dewletan yên navbera Azerbeycan û Ermenistanê li ser sînorê her dû dewletan di bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Azerbeycanê Şahin Mustafayev û cîgirê serokwezîrê Ermenistanê Mger Grigoryan de civiya.
Her dû teref behsa gelek mijaran kirin û biryarê dan ku di dewra Sowyeta berê de û di wexta bela bû de, sînorên qanûnî ku hebûn dê bê parastin.
Li hev kirin ku gundên Bağanis, Voskepar, Kirants, Berkaber ji Ermenistanê re û gundên Bağanis Ayrım, Aşağı Eskipara, Heyrimli Gızılhacılıyê jî bidin Azerbeycanê û guzergâh di wir de derbas bibe.
Destnîşankirina komisyona sînor ya sînorê navbera her dû welatan dê dewam bike.