Ji Îranê gefa bombeya atomî bo Îsraîlê: Em dikarin doktrînê biguherînin

Ji Îranê gefa bombeya atomî bo Îsraîlê: Em dikarin doktrînê biguherînin

PeyamaKurd – Şewîrmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xaminey gefa bombeya atomî li Îsraîlê xwar û ragihand ku heke gef li hebûna wan bê kirin, ew dikarin doktrîna xwe ya nukleerî biguherînin.

Şêwirmendê Xaminey Kemal Herazî herwiha got, heke Îsraîlê kargehên nukleerî yên Îranê bike armanca êrîşan ew dê doktrîna xwe ya atomî biguherînin.

Herazî got: “Biryareke meya çêkirina bombeya atomî nîne, lê ger hebûna Îranê rastî gefê were ji guhertina doktrîna me ya leşkerî pê ve ti bijarde namîne.”