Îsraîl dibêje qedexeya bazirganî rabûye lê Tirkiye vê red dike

Îsraîl dibêje qedexeya bazirganî rabûye lê Tirkiye vê red dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji helwesta xwe ya betalkirina bazirganiya bi Îsraîlê re paşde gav avêtiye û qedexe rakiriye, lê dîsa jî ew baweriyê bi helwestên wî nayînin.

Li gorî medya Îsraîlê jî piraniya qedexeyên bazirganiyê yên ku li ser Îsraîlê hatibûn sepandin hatine rakirin.

Li ser van daxuyaniya Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Bolat îro Pêncşemê li ser medya civakî Xê ragihand, sivikkirina qedexeya hinardekirina Tirkiyê bo Israîlê "ne mumkun e", tevî ku kompaniyên hinardekirinê dê sê mehan sîparîşên heyî bi rêya welatên sêyem bikarin bişînin.

Bolat daye xuyakirin, îdiayên Îsraîlê yên ku dibêjin Enqere qedexeya bazirganiyê ya bi Îsraîlê re sivik kiriye, "bi tevahî xeyalî ne û ti eleqeya vê bi rastiyê re nîne."

Wezîrê Tirk gotiye, qedexeya bazirganiyê ya Tirkiyê bi Îsraîlê re heta ku agirbesteke herdemî li Xezzeyê pêk neyê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê misoger bibe dê bidome.