Hûsîyan dîsa dest bi êrîşên ser keştiyên bazirganî kir

Hûsîyan dîsa dest bi êrîşên ser keştiyên bazirganî kir

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan li Kendava Adenê, li Zerya Hindê û Umanê êrîş ser keştiyên bazirganî kirine.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Hûsiyan Yehya Saree daye xuyakirin, wan operasyon li ser MSC DIEGO û MSC GINA yên Îsraîlê li kendava Adenê pêk aniye.

Herwiha diyar kir ku wan êrîşê keştiya MSC VITTORIA jî li Deryaya Umanê kiriye. Berdevkê Hûsiyan gotiye ku wan bi îsabet êrîşî wan keştiyan kiriye û ziyan gihandiye wan.

Derbarê mijarê de ji aliyê Hêzên Navendî yên Amerîka CENTCOMê hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.