Fermandarê Pasdaran: Ji derveyî Îranê êrîşa asmanî nehatiye kirin, 3 drone hatine xistin

Fermandarê Pasdaran: Ji derveyî Îranê êrîşa asmanî nehatiye kirin, 3 drone hatine xistin

PeyamaKurd- Fermandarê pilebilind ê Supaya Pasdarên Îranê, li ser êrîşa îro danê sibehê ya ser Îranê ku tê gotin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin got ku ew êrîşeke biçûk a şikest xwariye û 3 drone hatine xistin.

Fermandarê payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê li Îsfahanê Emîd Mehîn Dost gotiye, me dengekî bihêz li rojhilatê Îsfahanê bîhîst, ew jî ji ber sîstema berevaniyê li Îsfahanê li hin tiştên nediyar da û ti ziyan û bûyereke din pêk nehatiye.

Berdevkê Navenda Niştimaniya Asmanî ya Îranê Husên Dilîryan jî li ser hesabê Xê ragihandiye ku heta niha êrîşa asmanî ji derveyî Îranê ve nehatiye kirin.

Dilîryan gotiye, “Hin balafirên çarbask êrîşeke şikestxwar kirin di dawiyê de jî ew baskdarên biçûk hatin têkşikandin.’’

Fermandarî îranî herwiha diyar kir ku sîstema berevaniya asmanî ya Îranê 3 baskdarên biçûk (drone) xistin xwarê.