Du dîlên di destê Hemasê de banga agirbestê li Îsraîlê kirin

Du dîlên di destê Hemasê de banga agirbestê li Îsraîlê kirin

PeyamaKurd – Du rehîneyên îsraîlî ku di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan de ketibûn destê Hemasê, bang li hikûmeta Îsraîlê kirin ku ji bo agirbestê rêxweş bikin.

Di vîdyoya ku ji aliyê Hemasê ve li ser Telegramê hatiye belavkirin de, dîlên îsraîlî Kate Seagal (64) û Omri Miran (47) diaxivin û behsa şert û mercên xirab ên jiyana xwe di bin êrîşên artêşa Îsraîlê de dikin.

Herdu dîlên îsraîlî xwestine ku di zûtirîn demê de agirbest bê ragihandin û peymana lihevkirina ser pevguhertina dîlan bê kirin.