Di şerê navbera çeteyan de 22 kes mirin

Di şerê navbera çeteyan de 22 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Zacatecasê li jîngehên bi navên Fresnillo û Guadalupe di 4 rojên dawiyê de di navbera du çeteyan de pevçûn derket û ji hev 22 kesan kuştin.

Endamên çeteyan agir bi alavan xistin û rê ji bo çûn û hatê girtin. Her weha gelek kargeh jî ji pevçûnê zerarê dîtin.

Li gor ragihandina rêvebirên eyaletê; bûyer li ser kuştina mezinê çeteyan yê bi navê "El Gordo" ku mezinê çeteyên kartela Sinaloa bû derket.

Rêvebir ragihandin ku hêzêna sayîşê şandine ciyê bûyerê û wê di wextekî kurt de asayîşa wê derê sererast bikin.