Bîlançoya xisara erdheja Tokatê hate eşkere kirin

Bîlançoya  xisara erdheja Tokatê hate eşkere kirin

PeyamaKurd- Bîlançoya xisar û ziyanên erdhejên bajarê Tokat ê Tirkiyeyê ku ji doh ve piştî erdheja bi pileya 5,6 gelek erdhejên biçûktir rû dan, derketin holê.

Hate ragihandin ku piştî erdheja şeva borî ya bi tundiya 5,6 di encama lêgerîn û lêkolînên li bijarê de derketiye holê ku 5 xanî herfîne û 15 avahiyên xwedî xisarên giran hatine tespîtkirin.

Li gorî daxuyaniya îro 19ê Nîsanê ya Cîgirê Wezîrê Şaristanî û Hawîrê yê Tirkiyê Refîk Tuzcuoglu, tîmên xebatên tespîtkirina xisarên erdhejê xebatên xwe dewam dikin û heta niha, zêdetirî 500 gilî hatine kirin ku di encama lêgerîn û lêkolînan de, ti ziyaneke canî derneketiye, lê ji lêkolînên ser 50 avahiyan 5 xaniyên herifî û 15 jî yên bi xisara giran hatine tespîtkirin.