Şanda Teknîkî ya Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi Şanda Iraqê re civiya

Şanda Teknîkî ya Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi Şanda Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Şanda Teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li Bexdayê ye, bi Şanda Darayî ya Iraqê re li ser pirsa mûçeyên fermanberan civîya.

Şanda Teknîkî bi serokatiya Birêveberê Hijmarkariya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Ebdilqadir, îro Yekşemê li ser mijara danûstandinan li ser pirsên mûçeyên meha Nîsanê yên fermanberan, danedesta dahatên negirêdayî petrolê ji bo Iraqê û hin pirsên din bi Şanda Darayî ya Iraqê re dest bi civînê kir.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê roja Çarşemê ragihandibû, “Nabe em hi behaneyekê ji bo Wezareta Darayî ya Rraqê bihêlin ku ji bo xercnekirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bike behane”.

Herwiha Hikûmeta Kurdistanê, dabû xuyakirin ku divê li gorî qanûnên berkar ên federalî para gencîneya federalî ji dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê li ser hejmara Wezareta Darayî ya Iraqê bê zêdekirin.