Riyadê mazûvaniya Foruma Aborî ya Cîhanê ji Davosê stand

Riyadê mazûvaniya Foruma Aborî ya Cîhanê ji Davosê stand

PeyamaKurd –  Cihê mazûvaniya Foruma Aborî ya Cîhanê, ji Davosê ber bi Riyadê ve diçe.

Hate ragihandin ku wê mazûvaniya civîna Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) di bin çavdêriya Keyanê Erebistana Siûdî û serokwezîr Mihemed Bin Selman de be.

Wezîrê Aborî û Plansaziyê yê Erebistana Siûdî Feysel el-Îbrahîm mazûvaniya vê çalakiya taybet a bi sernavê “Hevkariya Navneteweyî ya ji bo Mezinbûn û Pêşketina Enerjiyê” ku ji 92 welatan ji hezarî zêdetir rêberên cîhanê ji bo piştgirîkirina diyaloga cîhanê û dîtina pratîkî li hev kom dibin dike.

Foruma ku wê di 28-29ê Avrêlê de (îro û sibe) pêk tê, di demeke ku aloziyen jeopolîtîk û kêşeyên aborî yên ku cîhanê parçekiriye de dimeşe.

Ji ber vê yekê, bi armanca piştgirîkirina diyaloga gerdûnî û ji kêşeyên hevpar ên cîhanê re dîtina çarenûsan, wê civÎn li ser rojeveke wisa dixebite ku hewl tê dayîn ku ji bo rûbirûbûna qeyranan, nêzîkayiyên pêş-raman pêşve biçe.

Di civînê de her wiha wê ji bo cudahiya di navbera Bakur û Başûr de li ser mijarên wekî polîtîkayên aborî yên derketine holê, xebat bêne kirin da ku veguheztina enerjiyê û qeyranên jeopolîtîk pir zêde nebin.