image

PeyamaKurd - Serokê Tîma Futbolê yê Barcelonayê Josep Maria Bartomeu, biryar da dest ji serokatiya tîma xwe berde.

Di civîneke rojnamevanî de, Serokê Tîma Barcelonayê Josep Maria Bartomeu diyar kir, ew ê dest ji serokatiya tîma Îspanî ya Barcelonayê berde.

Li gor tê pêşbînîkirin, Josep Maria Bartomeu biryara xwe ya destjiberdana kar weke fermî beriya yaraiya ligel Juventusê ragihîne.

Ev biryara destjêberdanê, piştî ku piraniya endamên kuluba Barcelonayê îmzeya pênebaweriyê dabûn hat.

Tê çaverêkirin encûmeneke demkî ji bo rêveberina karûbarên Barcelona bê erkdarkirin û biryar e di hundurê 3 mehan de hilbijartin bên kirin.

Josep Maria Bartomeu roja duşemê gotibû: “Ti caran min hizra îstifayê nekiriye. Ez dizanim Messi û lîstikvanên derdora wî xwedî çi şiyanin. Ez di wê baweriyê de me ku em dê ligel Messi careke din bibin şampiyon.”