image

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Îspanî Barcelona, piştî di şampiyoniya La Ligayê de bi ser neket û Real Madrid bû şampiyon, guherîneke mezin di kadroya xwe de dike.

Hat ragihandin ku Barcelona beriya yariya xwe ya ligel tîma Naopaliyê dest bi xebatên sezona nû kiriye.

Li gorî nûçeya Sports Moleyê rahênerê Barcelonayê Quique Setien ragihandiye, 12 futbolîzên tîmê xistine ber firotinê ku çawa peymanên wan bidawî bibin dê bên şandin.

Hat diyarkirin ku futbolîzên li ber firotinê ne; Neto, Nelson Semedo, Samuel Umtiti, Junior Firpo, Ivan Rakitic, Arturo Vidal, Ousmane Dembele, Martin Braithwaite, Carles Alena, Rafinha Alcantara, Jean-Clair Todibo û Philippe Coutinho ne.