image

PeyamaKurd – Tîma Amedsporê di hefteya 9emîn a Lîga Duyem-Koma Spî ya Tirkiyê de, li yarîgeha xwe ya Amedê pêşwazî li tîma Manîsasporê kir.

Di encama yariya futbolê ya li Stadyûma Diyarbekirê de, Manîsasporê bi encama 4-3 zora Amedsporê bir û 3 pûanên bo lîgê bixwe re birin.

Golên Amedsporê ji aliyê Yusuf Yagmur, Erman Buluc û sînan Akaydan ve hatin avêtin û Manîsasporê jî golên futbolîzên xwe Nizamettin Çalişkan, Umit Kurd û Mehmet Yilmaz bi encama 4-3 ket pêş û maç bi wî awayî bidawî bû.

Amedspor bi vê encamê re di lîgê de bi 12 pûanen daket rêza 10an û Manîsaspor jî bi 25 pûanan bû lîderê lîgê.