image

PeyamaKurd – Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) firotina dermanê bo koronayê Remdesivir ku ji aliyê kompaniya dermanan a Amerîkî Gilead Sciences ve tê hilberandin, pesend kir.

Remdesivir wekî dermanekî antîvîral ji bo nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 tê bikaranîn ev yekem dermanê koronayê ye ji aliyê YE ve tê pesendkirin.

Hat zanîn ku biryara bikaranîn û firotina Remdesivir bi pêşniyaza Ajansa Dermanan a Ewropayê û bi erêkirina welatên endam hatiye standin.

Dermanê Remdesivir beriya niha di nexweşiya Ebola de hatiye bikaranîn û herwiha derketiye holê ku ji bo vîrusên SARS û MERS ku cureyên koronayê ne jî fêde kiriye û bandora xwe nîşan daye.