image

PeyamaKurd -CEOyê Kompaniya Pfizer a dermanan Albert Bourla ragihand ku ew niha di nav hewldana pesendkirina bikaranîna derziya korona ku wan digel BioNTech bipêş xistiye dene daku li seranserê cîhanê were bikaranîn.

Albert Bourla got, ew amade ye ku 20 milyon doz ji derzî dabeş bikin û diyar kir, armanca wan ew e piştî ku ew moletê werbigirin, di dema du seetan de, dest bi şandina derziyê bo welatan bikin.

CEOyê Pfizerê da zanîn ku heya dawiya salê ew dê 50 milyon doz derzî berhem bînin û sala 2021ê jî ew dê 1.3 milyar dozan amade bikin.

Bourla got ku nîvê duyem ê sala 2021ê, wê tecrube û ezmûneke cuda be.

Kompaniyên BioNTech û Pfizer ragihandibûn ku derziya wan a Covid-19 ji sedî 95 serkeftî bûye. Herwiha li ser bihayê derziyê jî hatiye diyarkirin ku wê du dozên derziyê li dor 31 euroyan be.