image

PeyamaKurd - Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahit Turhan, li ser pirsa malperên astengî li ser wan hatiye danîn got ku ew wan agahiyan parve nakin, ji ber ku dê li dijî Tirkiyê di qada navtewî de bên bikaranîn.

Turhan bersiv da, pirsanameya Wekîlê Koma CHPê li Parlamentoyê Ozgur Ozel ku amarên malperên înternetê yên hatine astengkirin xwestibû û çend pirsên li ser wan qedexeyan kiribûn.

Turhan bi hinceta ku dê li raya giştî ya cîhanê zirarê bide Tirkiyê û li dijî wan werin bikaranîn amarên malperên hatine astengkirin neda û got, “Reqemên wisa qirêjiya agahiyan tîne û li qada navnetewî li dijî welatê me bi neheqî têne bikaranîn.”