image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê Saziya Xurek û Dermanan (FDA) ji bo dermanê vîrusa korona yê ji bo tedawiya coronavirusê ya Serokê Amerîka Donald Trump hatibû bikaranîn destû giştî ya bilez da.

Dermanê ku wekî ‘kokteyla antîkoran’ tê zanîn ji aliyê kompaniya biyoteknolojiyê Regeneron ve hatiye hilberandin û du antîkorên bihêz di nav de cî digirin.

Li gorî lêkolînên hatine kirin derketiye holê ku yên vî dermanî dema destpêka pêketina koronayê bikartînin, ji enfeksiyonan têne parastin û ji ber nexweşiyê dixe kontrolê rêjeya çûyîna nexweşxaneyan kêm dike.

Beriya niha kompaniya dermanan Eli Lilly jî dermanekî wiha bipêş xistibû û li Amerîkayê destûra bikaranîna wî dermanî hatibû dayîn.

FDA pêşbînî dike kokteyla antîkoran li ser nexweşên korona yên metirsiya jiyanê li ser wan heye bê bikaranîn.

Trump jî dema bi korona ketibû ew derman bikar anîbû.