image
Rojhat Amedi Niviskar
image
Rusya ji Kurdan zêdetir nêzîkê rejima Şamê ye. Gava DAIŞ xwe gihand ber deriyên Kobanî û ber bi Qamişlo ve diçû, Rûsya û Îran nehatin hawara PYD. Serde jî Rûsya, Afrin ji PYD girt û radestî Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê kir.

 

Pênaseya „Otonomî ya kartonî“ piştî şikestina şoreşa Îlonê li başûrê Kurdistanê peyda bû.

Yanî piştî sala 1975...

Otonomiya ku bi peymana 11 Adarê sala 1970 misuger bûbû, di sala 1975an de ji aliyê Saddam Hisên ve hate betalkirin. Ji dêlva wê, li gor siyaseta Bexdayê otonomiyek li ser Kurdan ferz kir, ku statuya Kurdan bi hemû hawayî bi Bexdayê ve grêdayî bû. Tenê parlamentoyek îcabî bê desthilat hebû.

Ji bona wê jî Kurd ji Otonomiya Bexdayê re digotin, „Otonomiya Kartonî.“ Serpereştiya vê otonomiya hanê jî di bin desthilatdariya heyetekê da bû ku endamên wê bi cûrekî grêdayî partiya BAAS bûn.

Hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistan, di serî de PDK li hember vê bernameya Bexdayê dirûşma „Otonomiya rast û dûrist“ bilind kirin ta ku sala 1991an gehiştin armanca xwe.

Em werin ser rojavayê Kurdistanê;

Berî her tiştî divê em bizanibin ku rewşa Kurdan naşibe rewşên salên 70 û 80î. Hem dinya hatiye guhartin, hem jî Kurd hatine guhartin. Îro Kurd li seranserê cîhanê çalak in. Û Dinya jî wek berê nikare Kurdan piştgoh bike.

Wate, divê daxwazên Kurdan li rojavayê welatê me ji statuya federasyonê kêmtir nebe.

PYD di destpêka serhildana rojavayê Kurdistanê de bi şêweyek defakto bû xwediyê desthilatê. Ji ber ku Rûsya û Îran alikariya PYD dikirin. Danîna sistemên kantonan jî bernameya Rûsya û bi taybetî ya Îranê bû.

Aliyên wek Tirkiyê, Qetar û Suudî ku nedixwestin Îran û Rûsya li Sûriyê serketî bin, alîkariya DAIŞê kirin. DAIŞ di demek kûrt de li tevaya Sûriyê belav bû. Gava DAIŞ xwe gihand ber deriyên Kobanê û eva hanê dibû dawiya hêzên Kurdan, Amerîka û hevpeyman hatin serxet û alîkariya Kurdan kirin.

Piştî bûyera Kobanê, hêdî hêdî bername û stratejî li rojavayê Kurdistanê hat guhartin. Jiber ku li rojava desthilatdariya Rûsya û Îranê roj bi roj kêmtir dibû û PYD jî roj bi roj diket bin bandora siyaseta Amerika û hevpeymanên wan, ev pêşketina pozîtîf li rojavayê welatê me bû sedema qonaxek nû.

Divê ev rastiyên hanê ji Kurdan re, bi taybetî ji PYD re zelal bin;

  • Gava DAIŞ xwe gihand ber deriyê Kobanî û ber bi Qamişlo ve diçû, çi Rûsya û çi Îran nehatin hawara PYD.
  • Rûsya, Afrin ji PYD girt û radestî Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê kir.
  • Rûsya nêziktirîn hevpeymanê Îran, rejima Şamê û Tirkiyê ye.

Ji bona wê, divê PYD van rastiyan bîne ber çavên xwe û berî her tiştî zûtirîn dem ligel ENKS li ser avakirina yekîtiya Kurdên Rojava dest bi giftugoyan bike. Ji herdu aliyan re divê wek avê zelal be, ku baştirîn çareserî ji bo mafên rewa yê miletê Kurd, ji hevalbendiya Amerika û hevpeymanên wan derbas dibe.

Ji bîra me neçe;

Amerîka di destpêka salên 90î de, li başûrê welatê me sîstema Federasyonê ji dêlva otonomiyê pêşneyar kir.

Amerîka, piştî ku ket rojavayê welatê me, sîstemên Kantonî rabûn û bû federasyon (ligel kêmasiyên xwe)

Piştî daxuyaniya Trump, ku derketina hêzên Amerikayê ji Sûriyê ragihandibû, PYD û ENKS ketin dûv lêgerînekê. PYD di cîh de, bi riya Rûsya ligel rejimê dest bi flörtê kir. Beşek ji ENKS jî digotin, „Ma me ne gotibu, wê Amerîka derkeve?“

Herdu alî jî xelet fikir kirin...

Nekarîn hizir bikin, ku siyaseta Amerikayê ku Dewletek Demokrat û Yasayî ye, bi çend gotinên Trump bi rêve naçe. Roj û hefteyên derbasbuyî rastiya vê radixe ber çavên me.

Înca, bila PYD xwe bi pêşneyarên Rûs, Îran û rejima Şamê nexapîne. „Mafên“ ku li Şame têne diyarkirin, wek Otonomiya Kartonî ya Saddam Hisên jî nabe. Wê demê jî Rûsya hevalbendiya Bexdayê dikir.

Baştirîn çareserî, di parastina yekrêziya miletê Kurd li rojava û berdewamiya pêwendiyan ligel Amerîka û Hevpeymanên wan re derbaz dibe. Tenê bi vî hawayî Kurd ji „Otonomiya Kartonî“ xilas dibin û dibin xwediyê statuya Federasyonê.

Ez hêvîdarim ku PYD ji bona parastina desthilata xwe ji Ameriyakyê û ji yekîtiya Kurdan dûr nekeve û nebe „Dezgehek Ewlekariya“ rejîma Şamê. Di encama vê boçûna hanê de „Otonomiya Kartonî“ ji nakeve destê wan...

 

Rojhat Amedî

23.01.2019