image

PeyamaKurd -  Hat îdiakirin ku ji sedî 50 zêdetirê hesabên Facebookê sexte ne û Facebook şirîk û mişteriyên xwe û raya giştî dixapîne.

Hevalê xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg ji Zanîngeha Harvardê Aaron Greenspan digel koma lêkolînerên bi navê PlainSite raporeke 70 rûpelan amade kir ku tê de hat îdiakirin Facebook şirîkên xwe bi hesabên sexte dixapîne.

Greenspan got, hejmara hesabên sexte yên Facebookê 50%î derbas kiriye, êdî nivîsbariyên Facebookê yên pîvandina hesaban dikin encamên çewt derdixin ku niha şirketa Facbookê kontrola xwe ya li ser berhema xwe ji dest daye.