image

PeyamaKurd – Li seranserê dinyayê kesê herî temenekî dirêj jiyaye Ehmed Sofîyê 138 salî ku bi xwe kurdekî ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bû koça dawî kir.

Li gorî ragihandina medya Îranê, Ehmed Sofî 18ê Mijdarê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê piştî temenekî dirêj jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku ji ber tedbîrên vîrusa koronayê taziyeya Ehmed Sofî nayê dayîn.

Beriya Ehmed Sofî, Jeanne Calment a ji Fransayê 122 salan jiyabû. Ehmed Sofî niha wekî kesê herî temendirêjê li cîhanê dihat zanîn.

Ehmed Sofî Sofî di sedsala 19an de, 28ê Sibata 1882an de ji dayîk bûye û cihê xwe di nava mirovên herî temendirêj ên cîhanê de girt.

Hat diyarkirin ku zarokên Ehmed Sofî tunebûn, lê wî 4 zarok xwedî kiribûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes hene temenekî dirêj dijîn ku digihin heta sed saliya xwe.