image

PeyamaKurd – Netflix bi mijara penaberên li Awustralyayê fîlmekî zincîreyî yê kurt çêkir ku di fîlm de karakterekî kurdekî penaber bûye jî cî digire.

Di fîlmê bi navê Stateless ê Netflixê de ku 8ê Tîrmeha 2020an hatiye weşandin de, penabera bi navê Rosna ku lîstikvan Helena Sawires dilîze ya Kurd ji ber ewlehiya canê xwe direve Awustralyayê.

Lê belê li Awusturalyayê jiyana wê li gorî dilê wê nameşe. 

Di fîlm de, çîroka komek penaber a di kampeke penaberan a binçavkirinê de tê vegotin.

Herwiha di fîlmê ku çîrokên rastîn tê de cî digirin, ji 6 xelekan pêk tê û behsa 4 penaberên biyanî yên hevdu nas nakin tê kirin.