image

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku 7 kesên din li bajarê Silêmaniyê bi koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, li Silêmaniyê 7 tûşbûyên din ên bi koronayê hatine tomarkirin ku 3 jinên temên 25, 30, 57 salî û 4 jî zarokên temen 12, 4, 3 û 2 salî ne.

Wezareta Tendirustiyê îro tûşbûna 2 kesên din li parêzgeha Duhokê jî ragihandibû.

Bi van haletên tûşbûnê re, li Herêma Kurdistanê heta niha 461 kes bi vîrusa koronayê ketine, 385 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.