image

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) derbarê aloziya di navbera hêzên rejîma Sûriyê yên li Qamişlo û Hesekê bi hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê re, daxuyanî da.

SOHRê daye xuyakirin ku dorpêça asayîşa Rojava ya li ser hêzên rejîmê berdewam dike û hîn ti lihevkirinek çênebûye tevî çend civînên bi navbeynkariya Rûsyayê. Hat ragihandin ku Rûsyayê ji bo li hev bikin mohlet daye her du aliyên HSDê û rejîmê.

SOHRê diyar kiriye kur Asayîşa Rojava li Heseke û Qamişlo dorpêça ser hêzên rejîmê didomîne û rê li ber çûnûhatina hatina wesayîtan  girtine.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku Hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rojava hewl didin fişarê li ser hêzên rejîmê çêkin û veguhestina xurek û kelûpelan bo herêma ewlehiyê ya Hesekê asteng dike û ceza dide yên bi qaçaxî derbas dibin.