image

PeyamaKurd - Seferên asmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de heta 1ê meha Îlonê hatin ragirtin.

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê îro 2yê Tîrmehê ragihand, desthilata Balafirvaniya Sivîl a Tirkiyê li ser daxwaza Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, geştên asmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de heta 1ê meha Îlonê rawestandine.

Di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê hate kirin, di derbarê rênimayên vegera welatiyên Iraqê ji Tirkiyê, dê di riya kanalên dîplomasî yên di navbera her du welatan de bibe.

Hêjayî gotinê ye, biryar bû sibe 3yê Tebaxê sefereke asmanî ji Bexdayê ber bi Stenbolê ve bi rê ketiba, lê ew sefer jî hate paşxistin.

Di çarçoveya rûbirûna vîrusa koronayê de, geştên asmanî yên Iraqê ji roja 17ê Adara 2020an heta 23yê Tîrmeha borî hatibûn rawestandin.

Hatiye diyarkirin ku rawestandina seferan bi sedema belavbûna vîrusa koronayê ye.