image

PeyamaKurd - Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 22 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe jidest dan ku hejmar miriyan gihîşt 405 kesan û rewşa 51 nexweşên koronayê jî giran e.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê Cewad Aqazade ragihand, herî dawî 814 kes li nexweşxanyên Urmiyê hatine razandin ku testên 252 kesan pozîtîf derketine û guman li ser 562 kesên din jî heye ku hilgirê korona bin.

Cewad Aqazade got, 151 pêketiyên koronayê di beşa çavdêriya hûr ya pizîşkî de ne û 51 kes ji wan rewşa wan ya tendurstî ne baş e.

Li gorî amarên Zanîngeha Pizîşkî ya Urmiyê piştî ku 22 kesên din can dan, hejmara giştî ya miriyên ji koronayê li nav sînorên Urmiyê gihîştiye 405 kesan.