image

PeyamaKurd – Xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin û niha ji ber tedbîrên koronayê asê mane, êdî dikarin bi rêya deriyê Pêşabûr ango Sêmalka vegerin Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbeharî ji medya Kurdistanê re ragihand ku hikumeta Herêma Kurdistanê wek hêsankarî ji bo Kurdên Rojava yên îqama wan li Herêma Kurdistanê heye û bi sedema nexweşîya Koronayê nikaribûn ji Rojavayê Kurdistanê vegerin, niha dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Berbeharî li ser şêwaza vegera kesên xwedî Îqameyan got: “Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku îqameya wan a Herêma Kurdistanê heye û akincîyên parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê ne, dikarin rojên  Dûşem û Çarşemê ji derîyê Pêşabûrê vegerin.

Rêveberê deriyê Pêşabûr da zanîn, “Bi sedema hatina cejna Qurbanê, roja Pêncşemê 30yê vê mehê jî, xwedî îqameyên akincîyên Hewlêr û Silêmanîyê dikarin vegerin nav axa Herêma Kurdistanê.”

Herwiha hat diyarkirin ku kesên xwedî îqameyên Duhokê ne jî dikarin rojên Yekşem û Sêşemê vegerin Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Deriyê Pêşabûr got ku ji ber rêkarên tenduristîyê û pişkinînan, ew tenê rojane dikarin rê bidin 250 kesan bikevin nav Herêma Kurdistanê.