image

PeyamaKurd – Cotkarekî Kurd li gundê Dêrna Axê yê navçeya Çil Axa ya herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, bi gulebara leşkerên Tirkiyê ji ser sînorê Bakurê Kurdistanê hat kuştin.

Hat zanîn ku cotkarê Kurd yê bi navê Mihyedîn Abdullahê 50 salî ku ji ji gundê Dêrna Axê yê navçeya Çil Axa ye.

Li gorî zanyariyên xwecihî dema Mihyedîn Abdullah diçe nava erdê xwe ji aliyê leşkerên Tirkiyê tê gulebarankirin û kuştin.