image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, herdu deriyên Tayha û Tebqayê yên çûnûhatina herêmên hikûmeta Sûriyê vekirin.

Li gorî zanyariyan biryara vekirina wan deriyan bi sedema hêsankariyên bo Cejna Remezanê û kesên ji ber qedexeyên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê asê mane, hatiye dayîn.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Mişrif li ser mijarê ragihandiye: "Armanca vekirina dergehan hêsankirina tevgera şêniyên li herêmên hikumetê û herêmên Rêveberiya Xweser piştî biryarên qedexekirina derketina derve ji bo pêşîlêgirtina pandemiya koronavîrusê asê mane ye. Herwiha ev biryar ji bo kesên ku dixwazin derkevin an bikevin herêmên Rêveberiya Xweser di dema cejna Remezanê de ye."

Mişrif herwiha daye zanîn ku komîteyên taybet li van dergehan hatine diyarkirin, dê ev komîte tedbîrên tenduristiyê di dema diyarkirî ya vekirina cejnê de li ser kesên ku dikevin herêmên Rêveberiya Xweser û jê derdikevin, pêk bînin.

Rêveberiya Xweser doh 17ê Gulanê biryara vekirina dergehên Tayha û Tebqa yên bi ser herêmên hikumeta Sûriyê ve ji 26ê Gulanê heta 29ê mehê dabû.