image

PeyamaKurd – Rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê 10 zarokên çekdarên DAIŞê yê Frensî, radestî Fransayê kir.

Hevserokê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, Ebdulkerîm Omer ragihand, şandeke Wezareta Derve ya Fransayê serdana baregeha wan ya li Qamişlo kir, piştî hevdîtinê wan 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê radestî şanda Fransî kirin.

Berî demekê UNICEFê ragihandibû, nêzîkî 28 hezar zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî di kampên Rojavayê Kurdistanê de hene. Di nav wan de 20 hezar Iraqî hene û daxwaz ji dewletan kiribûn, zarokên wan werbigirin.

UNICEF her wiha dabû zanîn, 17 welatan zêdetir ji 650 zarok wergirtine û vegerandine welatên xwe.