image

PeyamaKurd - Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî bal kişand ser ku PKK û Heşda Şeibî bi hev re dibin asteng ku rêkeftina Şingalê neyê bicihanîn.

Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Rêkeftina Şingalê girîngiyeke wê ya zêde ji aliyê siyasî û dîrokî ve heye û pêngaveke bo asayîkirina rewşa naçeyên Kurdistanê yên din jî. Herwiha bingehek dibe bo asankariya qonaxa yekem a madeya 140 ku asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî û dibe deriyek ji bo bicihanîna wê madeyê.”

Rojbeyanî got, rêkeftin hêviyeke mezine bo xelkê wan navçeyan, ji ber hêviya bicihanîna madeya 140 lawaz bûbû, lê bi vê rêkeftinê xelkê wan navçeyan di bendewariya vegerê de ne û hêviya wan bi salane ew e çarenivîsa wan bê diyarkirin.

Ciwan Rojbeyanî destnîşan kir, PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyeke zêde bo bicihanîna vê rêkeftinê dikin û astengiyên zêde çêdikin, çi bi rêya êrîşên xwe yên ser deverên Kurdistanê yan jî bi rêya avêtina ser binkeyê PDKê li Bexdayê be û şewitandina ala Kurdistanê be bi hemû awayan astengiyan çêdikin.

Rojbeyanî teqez kir, ew rêkeftin bi çavdêriya Netewên Yekbûyî pêk hatiye û divê hikûmeta navendî pêbend be û li gel hikûmeta herêma Kurdistanê asayîkirinê û rêveberinê bigrin ser xwe.