image

PeyamaKurd – Di civîna Bexdayê ya şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de, her du aliyan li ser çalakkirina navendên karên hevbeş li hev kir. Herwiha biryara berdewamkirina gotûbêjan hat dayîn ku çav li rê ye dawiya vê mehê şandeke Wezareta Bervaniya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Serfermandarê Pêşmerge û serokê şanda Hêzên Pêşmerge Cemal Êminkî piştî vegera ji Bexdayê ragihand, civîna wan a îro êrînî bû û çawaniya encamdana operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê li navçeyên nakokî li ser û pêkanîna hêzeke hevbeş yan hêza berevaniya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Cemal Êminkî tekez kir, ku dawiya vê mehê dê şanda Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike û di hevdîtina dahatî de ew dê gotûbêjan li ser navenda kar û hemahengiya hevbeş, mekanizmên karkirinê û encamdana operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê bikin.