image

PeyamaKurd- Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto bo kdp.info yê ragihandiye ku wê 15 yêkîneyên pêşmerge dagerin bajarê Mûsilê, deverên ku dikevin nav maddeya 140 ê. Ew dever; Mexmûr û 4 nahiyeyên bi ser Mexmûrê, Qeraç, Dîbge, Mela Qere, Giwêr, Şêxan, Zûmar, Fayde, Elqûş, Wankê, Şingal, Sinûnê, Qehtaniye, Girûzêr û Qeyrewan in. Dê li van deveran hêzên hevbeş; pêşmerge û artêşa Iraqê bicîh bibin.

Seydo Çeto ragihand ku parastina van deveran wê ji aliyê hêzên hevbeş de bibe heya li van deveran referandûma maddeya 140 çêbibe. Çeto got divê Haşdî Şabî li van deveran nemînin û ew pêşwazî li hêzên pêşmerge bo van deverên navborî dikin.