image

PeyamaKurd - Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Hewlêrê êrîşa li ser baregeha PDKê û Ala Kurdistanê li Bexdayê şermezar kir û ragihand, tawanbaran bi êrîşa ser Ala Kurdistanê, xwastin êrîşî hemû kurdan bikin.

Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) bi daxuyaniyekê ragihand, bi sedan têkderên ser bi Heşda Şeibî ve roja 17ê Cotmehê êrîşî ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û ala Kurdistanê ya pîroz û wêne û sembolên Kurdistanî şewitandin. Tevî ku hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê yên Iraqî li nêzîkî baregehê belav bûbûn, lê ev kiryara şermezarkirî hate kirin.

PDK-Sê got, “Em wek Ofîsa PDK-Sê, vî karê teroristî ya tirsnak bi tundî şermezar dikin. Tawanbaran bi êrîşî ser ala Kurdistanê, xwastin êrîşî hemû kurdan bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Ev karê tirsnak, bi armanca hilweşandina tiştên ku li Iraqê hatine avakirin û lêdana şirîkatiya mezin a kurd û netewên din li Iraqê bû ya Serok û Rêber Mesûd Barzanî  bingehên wê danîne.”

PDK-Sê daxwaz ji desthilatên Iraqê kir, sînorekê ji grûpên çekdar ên dixwazin Iraqê têk bidin re deynin û hemû têkderan bidin dadgehan ji bo sizayên xwe werbigirin.