image

PeyamaKurd - Cîgirê berpirsê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Diyarî husên ragihandiye ku nivîsek hatiye şandin daku binkeyên PDKê yên li Kerkûkê werin valakirin û PDK ji nû ve wê bi awayekî bihêz vegere Kerkûkê.

Li gorî nûçeya BasNewsê Diyarî Husên gotiye, serokwezîrê Iraqê agahdariya wan saziyên li Kerkûkê kiriye ku binkeyên PDKê yên li Kerkûkê vala bikin û ji bo wê jî nivîsek hatiye şandin ji bo di demeke kurt de ew biryar bicih were.

Diyarî Husên bibîr xist, partiya wan PDK wê bi awayekî bihêz û bi hildana Ala Kurdistanê vegere Kerkûkê.

Hêjayî gotinê ye, piştî danûstandinên berdewam ên ligel hikûmeta Iraqê, 22yê Mijdarê lîwaya 61 a taybet ser bi encûmena wezîrên Iraqê ji derî û derdora Kerkûkê hatibûn vekişandin û li serbazgeha Keywan hatibûn bicih kirin.

Herwiha hatibû ragihandin ku wê hêzeke 500 polîsên nû li Kerkûkê ji hemû pêkhateyan bê avakirin û di cihê lîwaya 61 a taybet de bicih bibe.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk radestî Heşda Şeibî û hêzên Iraqê hat kirin, cara yekem e gaveke bi vî awayî tê avêtin.

Piştî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê biryar e ji bo bicihanîna madeya 140 a destûrê ku hemû navçeyên Kurdistanî li xwe digire, gavên bi vî rengî bi hevkariya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bên avêtin.