image

PeyamaKurd Pêşniyarqanûna mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya ji hêla Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ve hat pêşkêşkirin, nehat qebûlkirin.

Bi hinceta ku zimanê dewletê bi Tirkî ye, Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê peşniyarqanûna mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya ji hêla Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ve hat pêşkêşkirin, qebûl nekir. 

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, beriya demekê peşniyarqanûna mafê perwerdeya zimanê zikmakî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir. Pêşniyarqanûna Taşçier nehat qebûlkirin û neket kirariyê. Hinceta neqebûlkirina pêşniyarê, bi îmzeya Serokê Parlamentoyê Mûstafa Şentop hat şandin û hat destnîşankirin ku ji ber zimanê dewletê bi Tirkî ye, pêşniyarqanûn nehatiye qebûlkirin