image

PeyamaKurd – Murat Karayilan di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got: "Me rêz li saziyên Herêma Kurdistanê girtiye." Parlementoya Kurdistanê jî bersiva wî da û got: "Rêzgirtin ne ew e ku rê li ber Tirkiyê xweş bikin da ku leşkerên xwe bînin an dîplomatkaran teror bikin, berpirsê ewlehiyê şehîd bikin û plana terorkirin û têkbirina rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê darêjin, rêzgirtina li saziyên Herêma Kurdistanê derketina we ya derveyî Herêma Kurdistanê ye".

Ji aliyê Serokê Lijneya Peywendiyên Derve û Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ve, bersiva daxuyaniya Murat Karayilan hat dan û tê de hat diyarkirin, PKK tu caran rêz li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtiye, ji bilî derbasbûna sînor, armanckirina dîplomatkarên biyanî û kuştina Rêveberê Gumriga Serzêr. Herwiha diyar dikin, PKKê planên çendîn kiryarên din ên terorkirinê danîne.

Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî,  li ser vê mijarê destnîşan kir: “Rêzgirtina PKKê li saziyên Herêma Kurdistanê ew e ku ji sînorên Herêma Kurdistanê derkeve.” Herwiha da zanîn: “PKK ne tenê taybetmendiya siyasî û destûrî ya qewareya Herêma Kurdistanê li ber çavan negirtiye, di heman demê de her gav hewl daye amûrek be di destê welatan de ji bo biçûkkirina qewareya Herêma Kurdistanê û lêdana pirsên niştimanî û berjewendiyên netewî û asayîşa Herêma Kurdistanê.”

Babkeyî diyar kir: “PKK ji bo Herêma Kurdistanê, bûye serêşiyeke mezin û nehişt bibe mêvanê ku rêz lê were girtin, tevî ku xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek rêz lê girtine. Ji aliyekî din ve, hebûna PKKê li deverên sînorî, bûye sedema valabûna gundan û hincetek ji bo leşkerkêşiya Tirkiyê bo wan deveran çêkiriye û bi deh hezaran xelkê wan deveran aware bûne.”

Berî salekê PKKê dîplomatkarekî Konsolxaneya Tirkiyê û çend welatiyên din li xwaringehekê kuştin û Rêveberê Asayîşa Gumriga Serzêrê jî şehîd kir. Li ser vê mijarê Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed dibêje: “Eger PKK rêz li saziyên Herêma Kurdistanê bigirta, tu caran nedifikirî ku Rêveberê Gumriga Serzêrê şehîd bike, loma PKK tu car rêz li saziyên Herêma Kurdistanê negirtiye û nagre jî.”