image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir û wiha got: “Cejna Çileya Havînê ya xuşk û birayên Êzdî li hemî Êzdiyên li Kurdistanê û li her devereka cîhanê bin, bi taybetî jî cejna Êzdî yên ku heta niha jî jiyana xwe di wargehên koçberiyê da derbas dikin, bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim cejin ji bo Êzdiyan û hemû Kurdistanê bi xêr û şahî vegere û em hemî cejn û bîranînên xwe yên bên, di rewşeka baştir da bigêrîn.

Serokê Herêmê di berdewamê de pîrozbahî Her bi vê helkeftê careke din bi rêz û rûmetê hemî xûşk û birayên me yên Êzdî yên qurbanî yên destê terorê bi bîrtînîn, silav û dirûdan ji bo giyanê wan dişînîn, malbat û kesukarên hemî revandiyan jî piştrast dikîn ku hindî xuşk û birayekê me yê Êzdî wenda mabê, wê li ser hewla vedîtin û vegerandina wan û xuyabûna çarenivîsa wan berdewam dibîn.

Cejneka aram ji bo hemî Êzdiyan dixwazim, bi hêviya ku cejnên bên hemî Êzdiyên koçber vegeriyabin ser mal û warên xwe yên avadankirî. Dîsa cejna hemiyan pîroz bê, her sal bi xêr û xweşiyê da bin.”

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/08/2020