image

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, ji ber wefata parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Mevlût Çavûşoglu, îro Yekşemê li ser wefata koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî û mezinekî devera Barzan şêx Mehmûd şêx Ebdullah Barzanî, bi telefonê serxweşî da Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hevxemiya xwe anî ziman.

Hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî û Çavûşoglu di pêwendiye telefonê de, ji bilî serxweşiyê, behsa hevkarî û hemahengiya her du aliyan kirin di warê rûbirbûna nexweşiya Koronayê û tenduristiyê de.