image

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Iraqê Erkan Şehab re civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêj kir.

Hat ragihandin di civînê de, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Serokê Civata rêvebirinê ya desteya ragihandin û gihandina Iraqê Elî Xiweylidî jî amadehî kirin û herdu aliyan pêşxistina pêwendiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di warê gihandinê gotûbêj kirin.

Wezîrê Gihandina Iraqê amadebûna wezareta xwe bo hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta herêma Kurdistanê nîşan da, di çarçoveya pêşxistinê di warê gihandin li Iraq û Herêma Kurdistanê de.

Erkan Şehab got ku ew rêzê li taybetmendiyên herêma Kurdistanê digirin û dixwazin, baştirîn pêwendî di navbera her du aliyan de hebe, ji ber ku bihêzbûna herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê kir û got, ji ber ku cîbicîkirina destûrê faktoreke sereke û girîng ê ji bo pêşketin û aramiya Iraqê.