image

PeyamaKurd - Berpirsê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya artêşa Lîbyayê lîwa Xalid Mehcûb ji Al Arabiya re ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, li rojavayê Libyayê tevgera xwe ya leşkerî berdewam dikin ku ev tê wê wateyê Tirkiye naxwaze hevdîtinên çareseriya siyasî bi ser bikevin.

Li gorî Xalid Mehcûb di demeke ku danûstandinên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî di navbera aliyan de ji bo çareseriyê berdewam in, Tirkiye liv û tevgera leşkerî berdewam dike û 2 balafirên Tirkiyê ji baregeha asîmanî ya rojavayê Lîbyayê rabûne ku yek ji wan ber bi Misratayê ve çûye.

Mehcûb gotiye, di van balafiran de bi îhtimaleke mezin çek, cebilxane, alavên leşkerî û serbazên Tirk ên ku tên Lîbyayê hene ku ev nîşane ye ku dewleta Tirk berevajî rewşa siyasî ya heyî tevdigere û li dijî diyalogên niha bi hewldana agirbest û gihandina çareseriya siyasî ya giştî pêk tên dixebite.

Mehcûb ji Tora Al-Arabiya re wiha axiviye: "Ti stratejiyeke zelal û sabît ji dewleta Tirk re di van rojan de li Lîbyayê nîn e. Ji ber ku rêxistina Îxwan rewşa li Lîbyayê bi rê ve dibe, ew jî siyaseta lîstok û lîstina bi berjewendiyan pêk tîne.  Da ku berjewendiyên koma Îxwan pêk bîne û ne yên dewlet û gelê Lîbyayê. Her kesê rewşê dişopîne dê dîmen jê re diyar bibe ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên piştevaniya diyalog û çareseriya siyasî, tenê gotin in û nakevin xizmeta pratîkê."