image

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Xelîliyê li gundê Îbrîkê li ser erd, di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn. Ji birîndaran halê yekî ji wan nexweş e.

Pevçûna her dû malbatan serê sibê destpêkir lê hinek kes ketin navbera wan û wan dan sekinandin. Lê êvarê her dû malbat car din leqayê hev tên, car din dest bi şer dikin. Di şer de kevir, dar û çek tên bikaranîn.

Di şer de kesên bi navên Halil Erçel û Ali Erçel li ciyê bûyerê tên kuştin. Mehmet Erçel, Mahmut Kırmızıkılıç û Hamit Kırmızıkılıç birîndar dibin.

Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan diçin ciyê bûyerê. Her dû malbatan ji hev vediqetînin û birîndaran bi ambûlansan dişînin nexweşxaneyên bajarê Rihayê. Hat ragihandin ku halê birîndar Mehmet Erçel baş nîne.

Cesedên her dû kuştiyan bi ambûlansan dişînin morga Tiba Edlî. Di şerde kesekî ku sîlih bikaraniye hatiye binçavkirin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.