image

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 9 kesên din bi koronayê ketin û 3 kes jî pê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 9 kesên bi koronayê ketine 7 mêr in û 2 jin in û 3 kesên din jî baş bûne.

Desteya Tenduristiyê doh jî ragihandibû ku 27 kes li herêmên girêdayî Rêveberiya
Xweser bi koronayê ketine û 2 kesan jî can daye.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 8 hezar û 399 kesan, ya mirinan bû 289 kes û heta niha û hezar û 191 kes jî baş bûne.

Rêveberiya Xweser doh 20ê Çile biryara 15 rojan dirêjkirina qedexeya qismî dabû.

Li gorî biryarê hemû dikanên bazirganiyê û yên tiştên xwarinê difiroşin dikarin heta saet 5ê êvarê vekirî bimînin.