image

PeyamaKurd - Ji ber ‘Qanûna Sezar’ a ji aliyê Amerîka ku ji bo Esad û malbata wî hatiye danîn, qeyranek mezin li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derketiye. Bandor ne tenê li Esad, li Rojava jî dibe.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, her roj gelê Rojava ji bihabûna tiştan gilî û gazinan dikin. Gilî û gazinên wan, van rojan bêtir ji bo bihabûna nan e.

Hin xelkên bajêr dibêjin, ku ew nema têr nan dixwin. Hin jî dibêjin, ku bihayê nan bûye barek giran liser mile wan.

Bi saetan li pêş firneyan radiwestin da ku nan bidest bixin.

Hin xelkên bajêr dibêjin ku ew 2 rojan bê nan mane , loma ji sere sibehê ve ew di rêzê de ne ji bo nan ji malbatên xwe re bibin.

Rêveberiya Aşan li Herêma Cizîrê ku berpirse li ser belavkirina ard e, li ser firneyên deverê dide zanîn, rêjeya ardê ku tê belav kirin ne hatiye guhertin ȗ qeyrana nan di destê xwediyên firna ye ku hin rojan ȗ bê sedem ew kar radiwestînin. Herwiha eşkere dike ku çi kesê ku pabendî bihayên hatine nîşan kirin nebin, ew rastî sizakirinê tên.

Îsal Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, nêzî 500 hezar ton genim ji cotyaran wergirtiye, lê nêzî mehekê ye, bajarên Rojavayê Kurdistanê ȗ bi taybetî, Qamişlo ȗ Hesekê ji kirîzeke nan re derbas dibin.

Di dema ku xwedanên firna dibêjin ku rêjeya ardê ku dighêje wan kêmbȗye, saziyên têkildar bi firotina ard xwedanên firneyan tometbar dikin.