image

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 6 endamên îstixbarata Tirkiyê ango MÎTê desteser kirine ku 2 ji wan jin in.

Li gorî nûçeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî demek dirêj şopandina teknîkî û fîzîkî û di encama agahiyên istixbaratî de toreke 6 kesî ya girêdayî MÎTê desteser kiriye.

Hat diyarkirin ku endamên MÎTê yên di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine girtin, ji bo cihê fermandarên HSDê tespît bikin, kordînatên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxurkirinê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbirê û fihuşê bidin meşandin, bo herêmê hatine şandin.

Li gorî nûçeyê navê wan kesan; Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Murad û Mihad Hadî Hiso ne ku tê gotin ew endamên MÎTa Tirkiyê bûne û li ser navê wê karê sîxuriyê kirine.