image

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Kirmaşanê jinekê destpêkê du zarokên xwe kuşt paşê jî xwe kuşt!

Dezgeha mafên mirova (Hengaw) ragihand, roja 10 vê mehê li gundê Çiqacanê yê Kirmaşanê, jina bi navê Zehra Rehmetî, du zarokên xwe navê yekê Elî Riza Mihemedî (6 salî) û navê yê din jî Emîr Ebas Mihemedî (3 salî) kuştin û  paşê jî xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, wê jinkê ji ber belengazî û hejariyê xwe û zarokên xwe kuştiye.